Birêveberatiya giştî ya tendirostiya Silêmanî ragihand ku îro pêncşem li Silêmanî 5 welatiyên din canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya tendirostiya Silêmanî, ev 5 welatî beriya niha bi çend rojan bi Korona ketine û li nexweşxaneyan de dihatin dermankirin lê îro jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hate zanîn ku 3 ji wan welatiyan li Silêmanî, yek li Kelar û yeke din jî li Helebceyê canê xwe ji dest dane.
Weke tê zanîn ku ev çend roje ku Korona li Kurdistanê gelek bilez belav dibe û heta niha bi wan 5 kesan ve, bi giştî 81 kes canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin