Mimkune rojane bi dehan kes canê xwe ji dest bidin

dibêje lazime xelk pêbendî şîretan be
کوردستان TV
100%

Wezîrê tendirostî yê hiûkmeta Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku mixabin jiber pêbend nebûna xelkê bi şîretên tendirostî yên xweparêziyê ji Koronayê, Korona gelek bilez li Kurdistanê belav dibe.

Saman Berzencî eşkere kir ku sist bûna welatiyan di pêbend bûn bi şîretên tendirostî bûye sedem ku Korona bi awayeke bilez li seraserê Kurdistanê belav bibe ku ev jî destpêkeke metirsîdare.

Berzencî herwiha anî ziman ku eger xelk pêbendî şîretan nebe, vê demê rojane bi sedan kes bi Koronayê bikevin û bi dehan kes jî canê xwe ji dest bidin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.