Zêdetirîn amara mirinê li Kurdistanê hat tomar kirin

heta niha 75 welatî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê ewzareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbazbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 166 kes bi Koronayêketine.

29 kes li Hewlêrê, 89 kes li Silêmanî, 35 kes li Gerimiyan, 1 kes li Dihukê û 12 kes li Helebceyê bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava wan 24 seatan de 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane ku 5 ji wan li Hewlêr, 10 ji wan li Silêmanî û yek jî li devera Raperînê bûye.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 75 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 12 li Hewlêrê û 63 jî li Silêmanî ne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.