Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 17/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir û di civînê de me giftûgo derbarê ji nûve rêkxistina xerciyan û xwe goncandin li gel ev karîn û ev bûdceyê kirk u niha li ber destê wezareta darayî û abûrî deye bi şertê parastina mafên mûçexorên qanûnî yên şayiste ( hêja).
Di berdewamiya civînê de me tekez li ser kêm kirina mûçeyên xudan post û pileyên bilind yên taybet û ew kesên ku di çarçoveya vê pilanê de hatine teqawîdkirin, ku di civînên beriya niha de biryar li ser hatibû dayîn kir. Vê civînê taybet bi vê mijarê heta yekşema hefteya pêş bidomin.
Di beşeke din ya civînê de biryar li ser dirêj kirinadema vegerandina qerên elektirîk û avê li gor lêxweşbûna ji sedî 10, heta 1/9/2020 an hate dayîn.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser danûstandinên heyî yên li gel hikûmeta federal hate kirin û biryar hate dayîn daku hefteya pêşiya me şanda hikûmeta herêmê bo domandina danûstandinan serdana Bexdayê bike daku, lihevhatinên beriya niha yên ku di navbera her du aliyan de derketibûn hole werin pêşde birin bo dabîn kirina maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê li hember pêbendiyên herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê federal de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin