Çîn jiber belavbûna Korona careke din dibistanan digire

yekem car di destpêka salê de li Çînê Korona belav bibû
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Çînê jiber pêketinên nû yên vîrusa korona dibistanên li Pekîn ya paytext careke din girtin.

Pêketina pêşî ya li Pekînê roja Pêncşemê hatibû tespît kirin û piştî wê li ser hev pêketinên nû hatibûn tomar kirin.

Berî pêketinên dawî li Pekînê bi qasî 50 roj ti pêketina vîrusa korona çênebûbû.

Dibistan û zanîngehên li Pekînê çend hefteyên berê hatibûn vekirin, lê vê hefteyê dîsa perwerdekirina onlayn destpê kir.

Karbidestên Çînê dîyar dikin ku kesên ji Pekînê derdikevin û diçin bajarên din divê testa vîrusa korona bikin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.