Cezayên Amerîka li dijî Sûriyeyê ketin meriyetê

vê ji bilî cezayên qeyiser, cezayên din bisepîne
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên çapemeniya cîhanî, îro 17ê Hezîranê, ceza û dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîm û berpirsên rejîma Sûriyeyê îro ketine meriyetê.

Ev cezayên han ku bi qanûna Qeyiserê tên nasîn Serokê rejîma Sûriye û berpirsên din yên rejîmê dikin amanc.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Serokê Amerîkayê Donlad Trump gotiye ku bi mebesta parastina welatiyên medenî yên Sûriyeyê vê cezayên nû bi ser Sûriyeyê de bisepînin.

Ev proje qanûna taybet bi ceza kirina Sûriyeyê yaku bi qanûna Qeyiserê tê nasîn di sala 2019an de ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve hatiye qebûlkirin.

Li gor zaniyariyên berdest, ev dorpêç û cezayên han Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojavayê Kurdistanê) venagirin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.