Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê de derbarê rêkarên rûbirû bûna Koronayê de daxuyaniyeke nû bo raya giştî belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku qedexeya hatûçû ya di navbera parêzgehên Kurdistanê û îdareyên ser bi xwe yên Kurdistanê de yaku li 15ê Hezîranê bi dawî hatiye heta 1ê Temûzê hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku weke berê welatî nikarin bi wergirtina îzinê bi rêya onlîne, hatûçû bikin hatûçû tenê bo kesên nexweş dibe.
Welatiyên nexweş yên ku pêdiviya wan bi emeliyatê heye anjî nexweşin penceşêrê dikarin bi rêya wergirtina îzinê ji parêzgaran, di navbera parêzgehên Kurdistanê de hatûçû bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin