Serokwezîr gerînendetiya civîneke taybet bi komîteya gomrukê kir

vê guhertinên mezin li deriyên sînorî werin kirin
کوردستان TV
100%

Îro komîteya taybet ya bo karûbarên ji nûve sazmandehî kirina gomruk û lêxwebûnên gomrukî bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe li dar xist û piştî civînê jê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro duşem 15/6/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîneke taybet ya bo giftûgo kirin derbarê encmên xebatên komîteyên taybet yên bo ji nûve sazmandehî kirina gomruk û lêxweşbûna gomrukî û deriyên sînorî kir.

Di civînê de me behsa encamên xebatên komîteyên taybet yên warê sazmandehiya gomruk, deriyên sînorî û venêrîn kirin bo lêxweşbûnên gomrukî weke beşek ji prosesa reforman ya di beşên dahatên giştî de kir.

Di destpêka civînê de wezîrn navxwe û darayî weke berpirsên komîteyan, raportên xwe pêşkêş kirin û di raportan de behsa prosesa venêrîn û hûrbîniyan kir ku li ser tevahiya zagon, rênimayî û girêbestan kirine, ev venêrînên han piştî serdana meydanî hatine kirin û herwiha kêşe û arîşeyên heyî jî li gel pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di raportê de behsa giringiya her du mijaran hate kirin û me tekez li ser vê yekê kir ku reform û  sazmandehiya dahatên giştî erkê herî lipêş ya kabîneyê ye û babetên pêwîst bi gomrukan û ji nûve rêkxistin kirina deriyên sînorî weke beşeke giring ji reforman di beşê dahatên giştî de tê zanîn.

Di berdewamiya civînê de me ev yek dubare kir ku hikûmet berdewam dibe li ser piştîvanî kirina kerta taybet û parastina berhemên navxweyî û pêşde birina hevbeşiya navbera kerta taybet û kerta giştî bi tayetî di warê vejandina abûriya herêmê û afirandina derfetên kar bo welatiyan.

Biryar hate dayîn daku tevahiya deriyên sînorî û xalên gomrukî li gor zagonên di meriyetê de û standardên cîhanî werin sazmandehîkirin û tevahiya lêxweşbûnên gomrukî jî yên ku ji derveya qanûnê ne, werin hilweşandin.

Derbarê girêbesta ev xizmetgozariyên ku li deriyên sînorî ji aliyê kerta taybet ve tên pêşkêşkirin, tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime di demeke kêm de encamên lêkolîn û venêrînan werin temamkirin daku li gor berejwendiyên giştî û bi leber çav girtina zagon û rênimayiyan biryar li ser wan were dayîn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.