Îro dûşem li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Stephen Hickey kir.
Di civînê de ku Konsulusê Brîtanî yê li Hewlêrê James Thornton jî têde beşdar bû, , behsa pêşhatên dawî yên taybet bi belavbûn û rûbirûbûna Koronayê, rewşa siyasî û aboriya Iraq û herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û Stephen Hickey behsa wan kêşe û arîşeyan kirin ku li Îraqê bi giştî hene kir û balkêşandine ser pêngavên hikûmeta nû ya Îraqê û têkiliyên navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê.
Her du alî di berdewamiya civînê de behsa gefên terorîstên DIŞIê û metirsiyên dubare serîhildana gefên terorîstên DIŞIê bo ser Îraq û deverê kirin.
Di vî warî de her dû alî gef û metirsiyên DIŞIê bi cidî wesifkirin bi taybetî ku tevgerên wan yên vê dawiyê li gelek navçeyên Iraqê zêde bûne. Herwiha berdewamiya hemahengî û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî yên bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê bi giring hate wesifkirin.
Di dawiya civînê de behsa têkiliyên navbera Brîtanya, Îraq û herwiha Kurdistanê jî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin