Direniya şeva derbazbûyî balefirên şer yên Tirkiyeyê li sê deverên curbicur cîhên gerîlayên PKKê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrên Kurdistantvê dane, duhê direngiya şevê, balefirên Tirkiyeyê di operasiyonekê de bi navê çenga bazê, li çiyayê Şingalê, çiyayê Qereçoxê û kempa Mexmûrê navendên gerîlayên pkkê bordiman kirine.
Wezareta berevaniya Tirkiyeyê behsa vê yekê kiriye ku 81 cîhên pkkê hatine bordimankirin.
Ev bordiman heta nêzî berbanga îro jî dom dikir.
Heta niha derbarzê vê bordimanê de pkk ti zaniyarî belav nekiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin