Mesrûr Barzanî: Lazime ewlekariya wan deveran were parastin

dibêje lazime bêyî cudatî asayîşa tevahiya welatiyan were parastin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi tundî êrîşên ser gundên Kakeyiyan li Xaneqînê mehkûm kir, ev tekesta peyama Serokwezîrê Kurdistanê ye

Mixabin duhê bi şev di encama êrîşeke terorîstî de bo ser gundên Dara û Mêxas ser bi Xaneqînê ve, hijmarek xuşik û birayên Kakeyî şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn. Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbet û kesûkarên ew şehîdên han dikin û daxwaz ji xwedê mezin dikin ku rihê wan bi cenetê şad bike û hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndaran dixwazin.

Em di demekê de ku gelek ji rewşa aloz ya wan deveran dilgiranin, hevdem tekez li ser mekanîzma hevkariya ewlekarî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li Bexda û giringiya hebûna hêzên pêşmerge li wan deveran dikin.

Daku bi hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê aramî bo wan deveran were vegerandin û ser û malên tevahiya welatiyên deverê jî were parastin.

Serokwezîrê herêma Kurdistan

Mesrûr Barzanî

14/6/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.