Li Xaneqînê 6 welatiyên Kurd hatin kuştin

êrîşî ser gundeke welatiyên Kakeyî hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev hijmareke çekdarên nenas êrîşî ser gundeke welatiyên Kakeyî ya ser bi Xaneqînê ve kirine.

Di encama êrîşa han de 6 endamên malbeteke Kurd hatin kuştin û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku birîna yek ji wan gelek dijware.

Jêder behsa vê yekê dikin ku mimkune ev çekdarên ku êrîş pêk anîne terorîstên DIŞIê bin lê hîn jî tiştek ne diyare.

Weke tê zanîn piştî 16 Cotmehê rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê gelek têk çûye û artêşa Îraqê nikare asayîşa wan deveran û şêniyên wan biparêze, lewre terorîstên DIŞIê jî ev yek weke derfet bo xwe bikar tînin û liv û tevgerên xwe li wan deveran zêdetir kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.