Birêveberatiya tendirostiya parêzgeha Hewlêrê ragihand ku îro yekşem, du welatiyên din yên ku bi Koronayê ketibûn, canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya han, ev du welatî ku beriya çend rojan bi Koronayê ketibûn û bo derman kirinê bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin, rixmî çareseriya nûjdarî îro yekşem li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.
Yek ji wan welatiyan zilamekî temen 71 şêniyê taxa Kesnezan ya Hewlêrê û ewê din jî jineke 70 salî şêniya Çomanê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin