Tirkiye berdewame li ser şandina cîhadiyan bo Lîbyayê

duhê 126 cîhadiyên din şandiye Lîbyayê
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê 126 cîhadiyên din gehêştine Lîbya.

Li gor nûçeyeke tora Erebiye, hikûmeta Tirkiyeyê berdewame li ser piştîvanî kirin li hêzên ser bi hikûmeta Feyaz Serac û di vê çarçoveyê de, duhê 5 balefirên din yên Tirkiyeyê gehêştine Lîbyayê.

Çavkaniyê eşkere kiriye ku di nava yek ji wan balefiran de 126 cîhadî hebûne û 4 balefirên din jî cebelxane bo Lîbyayê veguhastine.

Ji aliyeke din ve hikûmeta ser bi Xefter ji tora Erebiye re gotiye ku niha 13 balefirên şer yên Tirkiyeyê li Lîbyayê bo piştgîrî kirina hikûmeta Serac li dijî wan şer dikin.

Weke tê zanîn destwerdaniya Tirkiyeyê li Lîbyayê ji aliyê civaka cîhanî ve hatiye mehkûmkirin û Yekîtiya Ewrûpayê jî jiber siyasetên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Behra Spî û Lîbyayê, giftgûo li ser sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê dike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.