Rêya navbera Tirkiye û Îraqê hate vekirin

cerbandinên nûjdariyê bo serdanîkeran têne kirin
کوردستان TV
100%

Astengiyên berdem hatûçû kirinê nemane.

Balyozxaneya Îraqê ya li Enqereyê belav kiriye ku îro şemî 13ê Hezîranê rêyên asmanî û bejayî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatin vekirin û welatî dikarin hatûçû bikin.

Li gor daxuyaniya balyozxaneya Îraqê, rêyên hatûçûyê yên  asmanî û bejayî di navbera Tirkiye û Îraqê de hatin vekirin û welatiyên her du aliyan dikarin bêyî ti astengî hatûçû bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku hem li Îraq û him jî li Tirkiyeyê cerbandinên nûjdariyê bo wan kesan ku hatûçû dikin têne kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.