Berpirsekî mezin yê DIŞIê hate girtin

ev berpirs li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Îraqê belav kir ku hêzên îstîxbarata leşkerî karîne berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê bigirin.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Îraqê, hêzên îstîxbarata leşkerî ya Îraqê duhê li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê operasiyonek lidar xistine.

Di operasiyonê de berpirsê veguhastina terorîstên DIŞIê li Sûriye, Îraq, welatên Erebî û Ewrûpî ku navê vî Ebû Nimre hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya han Ebû Nimr berpirsên giştî yê karûbarên veguhastina terorîstên DIŞIê û malbetên wan bûye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.