112 welatiyên din bi Koronayê ketin

du welatiyên din li Silêmanî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku du welatiyên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 112 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han li Silêmanî 78 kes, li Hewlêrê 20 kes û li Dihukê jî 14 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha wezaret diyar kiriye ku li Silêmanî jî du welatiyên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hijmara kesên ku heta niha canê xwe ji dest dane 33 kese.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.