15 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

operasiyon sê rojan dom kiriye
کوردستان TV
100%

Li çiyayê Qereçoxê hêzên pêşmerge û hevpeymanan operasiyoneke hevbeş lidar xistin.

Di vê derbarê de duhê bi şev Fermandarê mihwera Giwêr Mexmûr, Sîrwan Barzanî bi rêya telefûnê beşdarî di bûltena nûçeyan ya Kurdistantvê de kir û ragihand ku operasiyon sê rojan dom kiriye.

Fermandarê mihewera Giwêr Mexmûr Sîrwan Barzanî eşkere kir ku hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî operasiyoneke hevbeş li dijî terorîstên DIŞIê li quntarên çiyayê Qereçoxê lidar xistine, di operasiyona ku sê rojan dom kiriye 15 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Barzanî anî ziman ku artêşa Îraqê di operasiyonê de beşdar nebûye û di operasiyona ku sê rojan dom kiriye de, 15 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û gelek cîh û cebelxaneyên terorîstan jî hatine ji navbirin.

Weke tê zanîn piştî 16 Cotmehê, ev dever ketibûn destê artêşa Îraqê, lê artêşa Îraqê û çekdarên din nikarîbûn ewlekariya wan deveran biparêzin lewre liv û tevgerên terorîstan li wan deveran zêde bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.