Hejmara pêketîyên Korona yên li Amerîka 2 mîlyon derbaz kir

Amerîka yekem welate û rastî zirarên herî zêde bûye
کوردستان TV
100%

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka 2,000,464 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 13,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin ku li wir pirtir ji 380,000 kes bi vîrusa korona ketine û 30,542 kes bi wê mirine.

Li dû New Yorkê, bi 165,000 pêketîyên vîrusa korona New Jersey, li dû wê jî bi 139,000 pêketîyan California tê.

Di demên dawî de hejmara pêketinên nû yên rojane jinûve bilind bûye ku pispor dibêjin sedema vê kombûnên bo protestoyên ser mafên reşan e.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci di rojên borî de gotibû ku ew ji ber belavbûna vîrusa korona şaş bûye û dîyar kiribû ku ew bawer dikin ewê dijî wê perpûnekê bibînin

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.