Serokwezîr li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya

Hevpeymaniya cîhanî li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya û piştî civînê jî li ser rûpela xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 9/6/2020 me pêşwaziya şandeke hêzên hevpeymanan bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê operasiyonên hevbeş ya hêzên hevpeymanî li Îraq û Sûriyeyê bo aramiyê Major general Gerald Strickland kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Figan jî tê de beşdar bû, giringiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, hêzên hevpeymanan û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê hate nirxandin.

Di berdewamiya civînê de me behsa prosesa reforman ya hikûmetê di her du warên birêvebirin û darayî de kir û bi awayekî taybetî pêngavên refomên taybet yên wezareta pêşmerge hatin şirovekirin.

Derbarê têkiliyên li gel hikûmeta federalî ya li Bexdayê de jî me behsa vê yekê kir ku lazime kêşeyên heyî bi awayekî damendane û li ser esasê destûrê bi awayekî hertimî werin çareserkirin.

Şanda mêwan tekez li ser berdewam bûna hevkarî kirina hêzên pêşmerge ji aliyê hevpeymanan ve kir bi taybetî di warê perwerde kirina leşkerî de.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.