Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 35mîn salvegera bordiman kirina kempa Zêwe de peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de yaku li twitterê belav kiriye nivîsandiye; Bi rêzdarî şehîdên Zêwe bi bîr tînin, serê rêzdariyê li hember şehîdên Zêweyê ku di roja 9 Hezîrana 1985an de jiber bordimana kempê ji aliyê rejîma besê ve şehîd bûne, di tewînim.
Di êrîşê de hijmareke zêde zarok, jin û kesên medenî yên bê tawan şehîd bûn, ev şehîdên han hertim bi bîra me de zindîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin