Murad Qerayilan nûçeyên ANF ê yên direw red û rexne kir

ANF organa fermî ya PKKê ye
کوردستان TV
100%

Roja Çarşemî 3 Xizîranê nûçeyek ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firat ê ku yek ji dezgehên ragehandina liser PKKê ye, bi sernivîsa “Mît-PDK amadekariya provaqsyonê dikin” nûçeyek belav kiribû. Liser medya civakî pir kesan ev nûçe weke direw şîrovekirin û rexnên tund birin ser vê (ANF) malperê. îro Murat Karayilan jî liser vê Nûçeya direw rexne li ANF kirin.

Di rapora ANF ê ya 3 Xizîranê de bi kurtahî weha hatibû nivîsandin: “endamekî asayîşa Dihokê ku nexwest navê xwe aşkera bike gotiye li Hoteleka Dihokê de Mît û Parastinê kombûnek çêkiriye, Di vê kombûnê de gotine dê grûpek bi cilên gerîla bikeve nava bajarê Dihukê de û mirovên medenî û tirkûmena bikuje, Ji bo vî karî jî 200 cilên gerîla hatine amadekirin, piştî vê qetilama ku were kirin dê PKK bihête tawanbarkirin…” ev nûçeya ANF ê dinava torên civakî de pir hat rexnekirin û weke kiryarekî  provaqasyonî hate binav kirin, îro Murat Karaylan jî ev nûçe rexne kir.

Murad Qerayilan ku duh tevlî radyoya Mezopotamyayê bibû, bersiv da pirsên ku ji wî hatîne kirin, yek ji wan pirsan liser nûçeya ANF ê bû, pêşkêşkerî got “Mît û Parastinê civînek çêkiriye û di civînê de tê îdîa kirin ku lihevkirinek ji bo çalakiyek provaqatîf were kirin pêkhatine, gelo pêwîst dike ku ev îdîa micid were girtin ? Murat Karayilan bi tundî ev îdîa redkir û wiha bersiv da: di gorî zanyarîyên dest me da em nikarîn ve nûçeyê piştrast bikîn, di dest me da çi agahî liser vî babetî nînin, erke ragihandinê ewe ku heke planên veşartî hebin, wan îfşa bike, lê belê dezgehekî ragihandinê pêwîste liser van agahîyan lêkolînên baş bike, Serlêdanê li hinek dezgehên din ên ragihandinê bike û hewil bide ku van agahîyan rastiya wê fehim bike, Gorî nêrîna min liser vî babetî hinek kêmasî hene, Pêwîste ragihandin pir hişyarî kare xwe bike, nûçeyên  weha mijarên cidî ne.”

Bi taybetî ANF van demên dawîyê de pir nûçeyên asparagas û provaqatîf belav kirin, dinava raya giştî ya Kurdî de jî ev nûçeyên direw pir dihêne rexne kirin,  ew nûçeyên liser navê  çavkanî yen wan ne dîyar têne çêkirin, hemû jî ew mijarin ku civaka Kurd tê hestîyare, bi taybetî jî rêveberiya Herêma Kurdistanê divan nûçeya de tê armanc kirin. lê medya civakî van direw û manîplasyona ANF ê pir zû aşkere û rexne dike

Darkamazi

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.