Çekdarên rejîmê dest ji kolber û sewalên wan jî naparêzin.
Li gor zaniyariyên berdest, du roj beriya niha çekdarên rejîma Îranê li sînorê Şino li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke kolberên Kurd kirine.
Di êrîşa han de yaku li zozanên sînorê Şino de pêk hatiye her çend ti kolberek zirar nedîtiye lêbelê zêdetir ji 20 ser hespên Kolberên Kurd ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatine kuştin.
Ev hespên han yên Kolberên xelkê bajarê Selmasê bûne.
Weke tê zanîn sê roj beriya niha li devera Çaldiranê jî Kolbereke din yê Kurd ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatibû kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin