Li gor zaniyariyên berdest di destpêka meha Hezîranê de, proje qanûna reforman yaku ji aliyê hikûmetê ve hatibû amadekirin û parlementoyê jî deng li ser dabû, dikeve meriyetê.
Weke yekem pêngav mûçeyên zêdetir ji 400 parlementerên teqawîd tê kêmkirin ( ji 6 miliyon dibe 3 miliyon).
Herwiha mûçeya ev kesên ku bi post û pileyên bilind hatine teqawîd kirin tê kêmkirin û mûçeya ev kesên ku bi awayeke derqanûnî bûne xudan mûçe anjî pileyeke bilind tê birîn.
Bo vê mebestê niha aliyên têkildar dest bi amadekirina lîsteya navên wan kesanin ku bi pileyeke bilind hatine teqawîdkirin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin