Serok Barzanî bi minasebeta bîranîna 3mîn salvegera 7ê Hezîranê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro bîranîn û salvegera rojeke dîrokî ye di jiyana siyasî ya gelê Kurdistanê de.
Di 07ê hezîrana 2017 an de aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi komdengiyê biryarê li ser referandumê dan, ji bo ku gelê Kurdistanê bikarê bi rêyeke aştiyane deng û daxwaza xwe bi cîhanê bigihîne.
Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanaziye jî ji bo wan hemû aliyên ku beşdarî li derxistina vê biryarê kirin û lê jî poşman nebûn.
Di vê bîranînê de pêzanînên min ji bo rol û keda hemû têkoşer û azadîxwaz û niştimanperwerên Kurdistanê heye û hezaran silav li ruhê pakê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê.
Mesûd Barzanî
07.06.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin