Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku îro 4 welatiyên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, îro yekşem li bajarê Silêmanî, 4 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn, piştî çend rojan çavdêriya nûjdarî û derman kirinê, canê xwe ji dest dane.
Sê zilam û jinekin û îro li nexweşxaneya Silêmanî canê xwe ji dest dane û şêniyên bajarê Silêmanî ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin