Di encama bordimana balefirên Tirkiyeyê de agir bi sînorên çend gundên devera Sîdekanê ket.
Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê ragihand ku di encama bordiman kirina gundewarên derdorê Sîdekanê ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve, agir bi sînorên çend gundên derdorê Sîdekanê ketiye.
Peyamnêrê me eşkere kir ku balefirên şer yên Tirkiyeyê direngiya şeva derbazbûyî bi tundî gundewarên derdorê Sîdekanê bordiman kirine û di encama bordimanê de agir bi daristan, bax û rezên wan gundan ketiye.
Li gor zaniyariyên berdest, ji ber dom kirina bordiman û topbarana Tirkiyeyê ne şêniyên deverê û ne jî tîmên temirandina agirê nikarin biçin deverê û agirê temrînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin