Li Silêmanî welatiyeke din ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.
Wezareta tendirostiya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku îro yekşem welatiyeke din li Silêmanî ji ber Koronayê canê xwe ji dest daye.
Ew welatiyê han beriya çend rojan bi Koronayê ketibû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê îro danê sibê canê xwe ji dest da.
Herwiha duhê jî li Kurdistanê du welatiyên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dabûn û bi vê awayî hijmara kesên ku bi Koronayê canê xwe ji dest dane bû 21 welatî.
Wezaretê eşkere kiriye ku rewşa berketiyeke din jî dijware û niha bi rêya cîhazê bêhn dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin