Nîvroya îro pêncşem balefirên Tirkiyeyê geliya Bêşilê ya li Berwariya bala bordiman kirin.
Peyamnêrê me yê li deverê ragihand ku di seat 12ê îro pêncşem de, balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê geliya gundê Bêşilê ya ser bi Berwariya Bala ya li Kanî Masê bordiman kirine.
Bordiman demeke dirêj dom kiriye lê jiber dom kirina bordiman û dûr bûna cîhê bordiman kirinê ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin.
weke tê zanîn jiber hebûna pêgehên gerîlayên pkk bordiman kirina deverên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve bi awayekî rojane didome.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin