Hijmara berketiyên Koronayê 6 miliyon û 500 hezar kes derbaz kir

hijmara herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor amarên dawî heta niha li seraserê cîhanê 6 miliyon û 500 hezar kes bi Koronayê ketine.

Yekem welat ku hijmara herî zêde ya berketiyan tê de hatiye tomarkirin Amerîkaye û heta niha li vê welatî bi giştî 1 miliyon û 850 hezar kes bi Koronayê ketine.

Li Amerîkayê 107 hezar û li Brîtanyayê jî 47 hezar kes canê xwe ji dest dane.

Li Çînê jî ku Korona yekem car liwir derketibû bi giştî 84 hezar kes bi Koronayê ketibûn û 4 hezar û 638 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.