Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li devera Çaldiran, kolberekî kurd bi navê Secad Delayîmîlan ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Tê gotin ku pasdarên Îranê ji nêzîk de gule avêtine wî kolberê kurd û kuştine.
Li gorî amaran, di meha Gulana îsal de herî kêm 12 kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin û 24 kolber jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin