104 kes li Kurdistanê bi Koronayê ketine

heta niha bi giştî 14 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 seatên derbazbûyî yên Koronayê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 104 kes bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han li Hewlêrê 6, li Silêmanî 46, li Dihukê 52 û li Gerimyanê jî 6 welatî bi Koronayê ketine.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ji destpêkê heta niha bi giştî 14 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.