Birêveberatiya polîsê devera Gerimyanê belav kir ku îro çarşem, hêzên ewlekarî yên li Kelarê karîne du kesan bigirin ku xwestibûn 6 xezalan bo cîheke din bibin.
Li gor daxuyaniya han, ev her du welatî li ser rêya navbera Kelar û Derbendîxan de hatine girtin û 6 xezal li gel wan bûne û xwestine wan bo derveya Kelarê veguhêzin.
Polîs behsa vê yekê kiriye ku ev her du kes gotine ev xezalên han ji keseke din kirîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin