Biryare vê mehê Hewlêr û Bexda derbarê petrol û mûçeyên karmendan de rêkeftina dawî îmze bikin.
Di vê derbarê de Parlementerê parlementoya Îraqê yê li ser firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê û endamê komîteya qanûnî ya parlementoyê Rêbwar Hadî diyar kiriye ku vê di meha Hezîranê de Hewlêr û Bexda di navbera xwe de li ser pirsa petrol û mûçeya karmendên hikûmeta herêmê rêkeftina dawî îmze bikin.
Rêbwar Hadî eşkere kiriye ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê gelek bi başî dimeşin û her du alî li îmze kirina rêkeftinê nêz bûne.
Nav hatî eşkere kiriye ku vê di wan rojên pêşiya me de proje bûdceya Îraqê bo parlementoyê were şandin û gava proje hat pejrandin vê demê vê para Kurdistanê jî diyar bibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin