Kurdistan jî beşdarî di diyaloga navbera Îraq û Amerîkayê dike

dibêje Amerîka bo hevkariya Kurdistanê û Îraqê bike her hewlek dide
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê yê li Îraqê civiyan û piştî civînê jî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 2/6/2020 me pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Faginjî tê de beşdar bû, behsa rewşa Îraq, deverê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û me tekez li ser giringiya beşdariya herêma Kurdistanê di diyaloga steratejî ya di navbera Amerîka û Îraqê de kir bi awayek ku armanc jê berejwendiyên giştî yên tevahiya pêkhateyên Îraqê be.

Ji aliyê xwe ve balyozê Amerîkayê behsa giringiya diyaloga steratejî ya di navbera Amerîka û Îraqê de yaku biryare di meha Hezîran de dest pê bike kir û anî ziman ku herêma Kurdistanê jî tê de beşdar dibe û got: Em bo hevkarî kirina Îraq û herêma Kurdistanê her hewlek didin bi taybetî bo derbaz kirina ev rewşa dijwar ya abûrî yaku jiber belav bûna Koronayê hatiye holê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.