Li gundewarên Til Temirê agir bi malên welatiyan ket

hîn jî zirarên agir pêketinê nehatine zanîn
کوردستان TV
100%

Di encama topbaran kirina gundewarên derdorê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, agir bi malên welatiyan ketiye.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê çend gundên derdorê Til Temirê bi tundî bordiman kirine û di encama bordimanê de agir bi zeviyên çandiniyê û malên welatiyan ber bûye.

Heta dema amade kirina vê nûçeyê, agir nehatibû temirandin û derbarê zirarên canî anjî zirarên madî de zaniyarî jî nehatine bidestxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.