Hevserokê berê yê PYD û endamê komîteya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser ya li Rojavayê Kurdistanê, Salih Musilim derbarê danûstandin û giftûgoyên navbera PYD û ENKSê de ragihand ku pêngava yekem bi serkeftî bi dawî hatiye û di demeke nêz de pêngava dudiyan jî di demeke nêz de destpê dike.
Musilim eşkere kir ku di pêngava dudiyan de vê lihev kirin li ser pirs û babetên netewî û nîştimanî were kirin.
Nav hatî eşkere kiriye ku danûstandinên navbera her du aliyan gelek baş dimeşin û li gor rêkeftina Dihukê ne û ev rêkeftina han esas û bingeheke serekiye bo danûstandinên han.
Weke tê zanîn dawiya hefteya derbazbûyî Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî jî twittek belav kiribû û nivîsandibû ku pêngava yekem bi serkeftî bi dawî hatiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin