Çalakekî Kurd li Tehranê hate girtin

bi tawana propagende kirin dijî rejîmê hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên ku ji jêderên li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, duhê yekşem çalakvanekî Kurd xelkê Kirmaşanê li Tehranê hatiye girtin û bo girtîgeha Ewin ya li Tehranê hatiye veguhastin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku ev çalakvanê Kurd navê xwe Seîd Îqbaliye û nav hatî beriya niha ji aliyê dadgeha Şoreşa Îranê ya li Tehranê bi tawana propagende dijî rejîma Îranê bi 6 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.

Seîd Îqbalî duhê li Tehranê hatiye girtin û bo girtîgeha Ewînê hatiye veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.