Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gerînendetiya civîna taybet ya bi qer (deyin) û pêbendiyên darayî yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Piştî civînê Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 31/5/2020 me gerînendetiya civîna taybet ya bi qer û pêbendiyên darayî yên li ser hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de birêveberatiya birêve birin û hemahengiya qerên giştî ya ser bi civata wezîran, raporteke berfire derbarê qer û pêbendiyên darayî yên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku ji aliyê wezaret û aliyên têkildar ve hatibû amadekirin.
Piştî giftûgo û lihev veguherîna nêrînan, biryar hate dayîn daku raporteke taybet bi qer û pêbendiyên darayî pêşkêşî dîwana wenêrînê ya darayî ya herêma Kurdistanê were kirin daku di demeke nêz de pêşkêşî parlemento û raya giştî were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin