Li 16 eyaletên Amerîkayê qedexeya derketinê hat ragihandin

qedexe bo 25 bajaran hatiye ragihandin
کوردستان TV
100%

Jiber ji kontrol derçûna xwepîşandanên ku li dijî kuştina zilamekî respect(çermesor) ji aliyê polîsê Amerîkayê ve, li 25 bajarên 16 eyaletên Amerîkayê qedexeya derketinê hat ragihandin.

Ev çend roje xwepîşandanên şermezar kirina tundûtîjiya polîs li Amerîkayê didomin û di navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de pevçûn jî diqewmin.

Duhê bi şev jiber ji kontrol derketina xwepîşandanan û zêde bûna pevçûnan di navbera polîs û xwepîşanderan de, li 25 bajarên 16 eyaletên Amerîkayê qedexeya derketinê hat ragihandin.

Ji aliyeke din ve Serokê Amerîkayê jî ferman bi hêzên zirêvanên nîştimanî kiribû daku bikevin amadebaşiyê û bo her egerekê amade bin.

Weke tê zanîn hefteya derbazbûyî zilamekî çermesor ya Amerîkî bi navê George Floyd ji aliyê polîsê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.