Mekteb siyasiya PDKê dicive

vê biryar li ser roja civînê li gel YNKê were dayîn
کوردستان TV
100%

Biryare îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bicive û behsa çend mijarên rojevê bike.

Li gor zaniyariyên berdest vê îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî bicive.

Di civînê de vê giftûgo li ser rewşa giştî ya Kurdistanê, têkilî û danûstandinên heyî yên li gel Bexdayê were kirin.

Herwiha vê biryar li ser roja civîna navbera PDK û YNKê jî were dayîn.

Tê payîn piştî bi dawî bûna civînê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek bo raya giştî were belavkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.