Birêveberatiya tendirostiya Kerkûkê belav kir ku duhê bi şev welatiyeke din ji ber Koronayê canê xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Kerkûkê, welatiyeke temen 70 sal piştî bi Koronayê ketiye û bo derman kirinê bo nexweşxaneyê hatibû şandin, piştî çend rojan derman kirinê duhê êwarê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Bi vê awayî heta niha li Kerkûkê bi giştî 3 welatî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 79 kes li Kerkûkê bi Koronayê ketine ku 69 ji wan baş bûne, niha tenê 7 kes li nexweşxaneyê de mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin