Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel rayedarekî hevpeymaniya cîhanî civiya û piştî civînê li ser pêgeha xwe ya fermî Serokwezîr, derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro şeme 30/5/2020 me pêşwaziya Fermandarê hêza operasiyonên taybet yên hevpeymaniya cîhanî li Îraq û Sûriyeyê Major General Eric Hill kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq, deverê û zêdetir kirina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir.
Di civînê de tekez li ser giringiya dom kirina hemahengî ya bo rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê hate kirin û me dilgiraniya xwe ya li hember zêde bûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê, bi taybetî êrîş kirine ser Cotkarên Kurd û refandina wan diyar kir.
Ji aliyê xwe ve Major General Eric Hill behsa vê yekê kirk u herêma Kurdistanê hevbeşeke giring ya Amerîka û hevpeymanane di warê rûbirû bûna terorê li deverê de û got: Hîn jî dawî bi şerê dijî terorê nehatiye û lazime li ser hemahengî kirin li gel herêma Kurdistan û Îraqê berdewam bin û hemahengiya han zêdetir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin