Hijmara pêketiyên Koronayê 6 miliyon derbaz kir

hijmara herî zêde ya pêketiyan û miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest Korona hîn jî li cîhanê bilez belav dibe.

Heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 6 miliyon û 200 hezar kes bi Koronayê ketine.

Li Amerîkayê 1 miliyon û 792 hezar û 537 kes bi Koronayê ketine, piştî Amerîkayê hijmara herî zêde ya pêketiyan li Braziliya hatiye tomarkirin ku 466 hezar û 200 kese, herwiha li Rûsyayê jî 387 hezar û 623 kes, li Ispanya 285 hezar û 644 kes, li Brîtanya 271 hezar û 222 kes, li Îtalya 232 hezar û 248 kes, Franse 186 hezar û 835 kes, li Almanya 183 hezar û 16 kes, li Hindistanê 173 hezar û 491, li Tirkiye 162 hezaar û 120, Peru 148 hezar û 282, li Îranê 146 hezar û 668, li Şîlî 90 hezar û 638, Kanada 89 hezar û 390, Çîn 82 hezar û 995, Siûdiye 81 hezar û 766, Meksîka 81 hezar û 400, Pakistan 64 hezar û 28, Beljîka 58 hezar û 61 û li Qeterê jî 52 hezar û 907.

Herwiha li hin welatên din jî hijmareke zêde berketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Heta niha li seraserê cîhanî 366 hezar û 350 kes ku piraniya wan welatiyên Amerîkî ne jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.