Zêdetir ji 100 karmendên tendirostî bi Koronayê ketine

niha tenê 19 ji wan li nexweşxaneyan de mane
کوردستان TV
100%

Rayedarên Îraqî eşkere kirine ku bi tenê li Bexdayê zêdetir ji 100 nûjdar û karmendên tendirostî bi Koronayê ketine.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên tendirostî yên Îraqê belav kir ku li gel zêde bûna hijmara wan kesên ku rojane li bajarên curbicur yên Îraqê bi Koronayê dikevin, hijmareke zêde nûjdar û karmendên tendirostî jî bi Koronayê ketine.

Di nûçeyan de behsa vê yekê hatiye kirin ku di roja yekem ya derketina Koronayê li Îraqê de heta niha bi giştî 102 nûjdar û karmendên tendirostî bi Koronayê ketine û niha tenê 19 ji wan li nexweşxaneyan de mane û ewin din baş bûne.

Weke tê zanîn ev hefteyeke rojane herî kêm 100 kes li Îraqê bi Koronayê dikevin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.