Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokrat ( HSD) Mezlûm Ebdî li ser pêgeha xwe ya fermî li twitterê peyamek belav kir.
Fermandarê HSDê nivîsandiye; Qonaxa yekem ya diyaloga Kurdî Kurdî ya di navbera PYD û ENKSê de bi serkeftî bi dawî bûye.
Mezlûm Ebdî nivîsandiye; Her du aliyên siyasî, piştî giftûgoyeke berfire di warê siyasî de li hev kirine û niha di navbera wan de ti kêşeyek nemaye.
Ebdî behsa vê yekê kiriye ku hêvî dike her du alî di xema berejwendiyên nîştimanî û bexteweriya gelê Kurd de bin.
Nav hatî tekez kiriye ku bi yekgirtî û yek helwêstî, bihêz û bi bandor dibin.
Weke tê zanîn ev demeke bi Serokatiya Amerîka û bi piştgîriya Franseyê di navbera PYD û ENKSê de civîn û diyalog destpê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin