Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî raya giştî kir ku dibêje tendirostiya xelkê bo me ji her tiştekê giringtire, ev naveroka peyama Serokwezîre;
Welatiyên birûmet
Metirsiya Koronayê gelek cidiye û di wan rojan de jiber sistiya pêbend bûn bi şîret û tedbîrên tendirostî, hêdî hêdî Korona bilez dîsa belav dibe.
Me di destpêka belav bûna Koronayê de, daxwaz ji welatiyên hêja kirk u pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî bin, spasiya we dikim ku pêbend bûn û bi awayeke gelek baş pêşî ji belav bûna Koronayê hate girtin û ev serkeftina han bû cîhê giftûgo û baldariya gelek welat û saziyên navnetewî.
Lê mixabin niha ev pêbend bûna han hinek sist bûye û hinek alî jî hewl bo bi siyasî kirina hewldanên hikûmetê yên rûbirû bûna Koronayê dane, xwestin şîret û tedbîrên han yên tendirostî bênirx û bê fêde nîşan bidin, mixabin jiyana welatiyan bo xizmet kirina armancên siyasî xistiye metirsiyê.
Niha ewin ku dijî şîret û tedbîrên tendirostî tev geriyane û hana xelk didan daku pêbendî şîretan nebin, lazime berpirsiyartiya xistine metirsiya can û tendirostiya welatiyan li stu bigirin û dawî bi lîstin bi jiyana xelkê bînin.
Ez careke din daxwaz ji tevahiya xuşik, bira û hevnîştimaniyan dikim pêbendî şîretên tendirostî bin û tendirostiya xwe û kesûkarên xwe û xelkê din jî jiber bandora ev propagendeya han nexin nava metirsiyan.
Selametiya we ji bo me ji her tişteke giringtire.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
29/5/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin