Niha li girtîgeha bajarê Şinoyê de ne.
Nêrîngeha mafên mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê yaku bi Hengaw tê nasîn belav kir ku rejîma Îranê 17 welatiyên Kurd binçav kiriye.
Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev 17 welatî jiber kar û çalakiyên siyasî hatine girtin û cezakirin.
Hengawê eşkere kiriye ku 16 ji wan welatiyan bi hinceta endam bûn di partiya demokrata Kurdistan / Îran û keseke din jî bi hinceta endam bûn di partiya azadiya Kurdistanê (pak) de hatine girtin û cezakirin.
Ev 17 welatiyên han niha di girtîgeha bajarê Şinoyê dene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin