Zextên hêzên îtlaata Îranê yên li dijî welatiyên Kurd zêdetir dibin.
Li gor zaniyariyên berdest duhê çarşem, hêzên îtlaata Îranê li bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd binçav kirine.
Ajansa kurdpa belav kir ku duhê 3 welatiyên Kurd li Merîwanê ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatine binçavkirin.
Di dema binçav bûnê de ku bi qasî çend seatan dom kiriye, îtlaata bi hinceta hevkarî kirina wan welatiyan bo partiyeke Kurdî, lêpirsîn ji wan welatiyan kiriye lê pişt re bi îmze kirina nameyekê (belênname) hatine azadkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin