Cîhadiyên Tirkiyeyê lihev dan kuştî û birîndar hene

bûyer li Serê Kanî qewmiye
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Sûriyeyê, duhê çarşem li gundê Eyin Husên di navbera komên çekdar yên cîhadî yên Hemze ya ser bi Tirkiyeyê de pevçûn qewmiye.

Li gor jêderên Sûrî, pevçûn jiber lihev nekirina cîhadiyan bûye li ser çawetiya birina wan tiştanbo Tirkiyeyê bûye ku li Serê Kanî dizîne.

Çapemeniya Sûrî belav kir ku di encama pevçûnê de leşkereke Tirk hatiye kuştin û çend cîhadî jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Herwiha jiber pevçûnê agir bi zevî û genim û berhemên Cotkarî yên li deverê ketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.